Xemza yarê
Xemza dêma yarê;
Xeyal û helbesta min e.
Rohnikên min barîn agir û xwin e
Awazên min çûn esmanan ez sotim
Nav behra cemalê;
Min riya xwe bezir kir.
Lêv hingivîn; rihan û binevş, bêhn xweş e.
Ronahîya şeva tarî; kulîlka baxê dil e.
Heyva çardê, nexşa esmanî ez sotim
Birîndarim, birîn kûr im;
Dinalim wek bilbilan.
Xemz û nazan sed hezar car ez sotim
Befir barî ser kezebê,
Zulf û xal kanîya xem.
Qiblegeha aşiqan e;
Derd û daxan ez sotim.
Bejn û bal dara bîşeng;
Sîbera belga gul e.
Tilî masîya behra sipî;
Li gel kezîyan direqise.
Birî û mijank, çav xezal e;
Neçîra ber dilê min e.
Nûra ronahiyê,
Gerdanqazê ez sotim.
Abdurrahman Atabey
Diyarbakır- 29.02.2012
Kayıt Tarihi : 21.12.2015 14:57:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!