Xemgînîya Evîne Şiiri - Rodan Ardil

Rodan Ardil
50

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Xemgînîya Evîne

Dema ku dil xemgine,
Kaxez û pênûsan tu bîne,
Pênûsam hêsran bibarîne,
Û xemgînîya min bixwîne.

Tembûram ji dilda dilorîne,
Bilbil jî işka gulê dixwîne,
Hemu evîndar lê guhdare,
Lê ew ji dil ra nebu çare.

Li çîya,mêrg û zozanan,
Hertim li te digerîyam,
Ger dikir gazî û diqêrîyam,
Diqelişî erd û ezman,
Lê tu nedixwuyayî ne tu caran.

Rodan Ardil
Kayıt Tarihi : 21.6.2016 23:03:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Rodan Ardil