Xemgînî hat di derî de, di pacê de
Di hemû taqê malê de
Di nalînim
Di qêrînim
Xweşiyê carek nebînim
Êşekûl hatî, siûd ev bû, qeder ev bû,
Çare ji bo min çênebû.
Lal bûm
Ker bûm
Ji xweşiyê kor bûm
Payîz hatî pel zer bûye, şax qirç bûye
Dara dilê min hişk bûye.
Çilmisî me
Qerisî me
Li ser axê ez rizî me
Vistan hatî, ne kon heye, ne kûn heye
Ji bo rih cilek tûneye
Li pişt bar e
Li dil sar e
Dilê pepûk î bê war e
Bihar hatî, reng bi reng e, şeng bi şeng e
Lê ji bo min ew bê deng e
Bi qahrim ez
Bi jahrim ez
Deka îdî çi bikim ez
Kayıt Tarihi : 23.1.2025 13:38:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!