Ey xana bê derî!
Ka vegerîne temenê borî
Pora sipî bûyî wek hirî
Bextê min reştir bike wek berî.
Heçiyê tê teqez diçe
Nizanim lez a wan bo çi?
Heta ku rih ji laş neçe
Bîranînên wan ji bîr diçe?
Ew ên diçin venagerin
Çavên hêstir li wan digerin
Çûna bê wext diqehirin
Xwedî dil in, ne kevir in.
Pismam li hev diciviyan
Hinek ji wan digiriyan,
Ew girînên wan zindiyan
Pêwîst nîn e bo miriyan!
Dîrokzan û qedirgiranê diwanan
Serkêş û xemxwarê malbata mîran
Bi te serbilind bûn gundî û cîran
Wê li ser te bireşînin xêr û bêran.
Hezkiriyên te bi hezaran
Li cem te bûn hemû caran
Dest diavêtin hemû karan
Ew te jibîr nakin tu caran.
Bersiva pirsan li gel te bû
Te zanatir kesek nebû
Her gotinek ji bo te bû
Çûna dawî qet çê nebû.
Cemeet te berhev dibûn
Dîroka xwe li te hîn dibûn
Rastiya xwe dûr ne dibûn
Bi civata te kêfxweş dibûn.
Qedirnezanên te jî hindik nebûn
Ew xûlamên deriyê te bûn
Ne layiqên navê te bûn
Ew zikreşên sifra te bûn.
Ev dinyaya derd û kulan
Kanê dengê wan bilbilan,
Felek bûye wekî mahran
Ji me distîne wan camêran.
Ey felekê qedal te be
Birîna te derman nebe
Qiyamet te dereng nebe
Heya kengî tu yê ji me bey.
Hezar rehmet li ser te be
Xêrên te kir li gel te be
Diayên qencan roniya te be
Cinneta rengîn cihê te be...
Kayıt Tarihi : 5.3.2025 20:35:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!