Tu xezala çiyanî tu bilbila baxanî
Tu gul û sosinên, ser welatê şêrînî
Lê delalê, bedewê her çavê min digirî
Bê te tu jiyan nabe lê qemerê zû were
Çavreşa min roja min taqeta nav dilê min
Sorgula min, kevoka min; rojane te dipeyîm
Li gerdan spî ya min bisk reşa min xezlê
Tu bi xatirê xwedê lez were havîna min
Gonê gula sorgewez, pelê şaxê dilê min
Bi her dem dilovani te hezdikim û can dil
Gewhera dilê min pêtalê evîna min
Dinalim ez xemgînim were ez benda teme
Dev biçûkê lêv sorê gulîstan, xemze gulê
Wey min bêrîya te kir min nehile bi tenê
Çobanoglu dinale şev û rajan benda te
Şekir, şerbet, şêrînê tu werê ez dilşa bim
Mehmet Çobanoglu
19.01.2012
Yıldırım
Kayıt Tarihi : 17.1.2012 18:09:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/01/17/were-ez-dilsa-bim.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!