Şev tarî ye, rê dirêj e
Baran barî hûr bi hûr e
Keça delal, min dûr neçe
Evîna te li min kûr e
Stêrka şevê li ezman e
Bager rabû li ser çiyê
Rindê, were benda te me
Çavên min li ser vê rêyê
Navê te jî di nav de ye
Tirsa dilê min nemaye
Tu yî peyva vê stranê
Evîna me dil de maye
Evîna te pir giran e
Li ber bayê nîvê şevê
Xemgîn ket nav evînê
Bê te nabe şeva sibên
Wek bilbila dikim nalîn
Li benda te ye çavê min
Evîna te ez bûme dîn
Ez bimirim negire şîn
Mehmet Çobanoğlu
07.08.2026
Gürpınar
Kayıt Tarihi : 7.08.2026 14:30:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!