We Digerim! Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

We Digerim!

Bin hstêrên berbengan de
Û we digerim dilên narîn
Kew,kewok û bilbil,civîk
Hê jî xew û xewn’ê da ne

Bêhna bihar,gul,sosina tê!
Ez ser çiya,gir,zozana me
Çav ê min de tu xew tune
Ez we digerim dilên narîn

Hûn Rewşan,Zilan û Egît!
Hûn şêr û şervan,şoreşger
Mêrxas,leheng hûn şehid
Ez we digerim dilên narîn

Ez Mem û ez Sîyabend im
Evîna min pir zor û girane
Dilê min jî gul û gulîstane
Welatê nav de Kurdistan’e

Bendê bihara û havîna me!
Evîndarê gul bi sosina me
Ez Memê Qaqizman’ê me
Ez dijberê şer û cenga me

Ku tu dizanî hê war berfe;
Lîloz jî bê bişkoj bê pelge
Hê devdevî serê biharê ye
Kincên keçan renga renge!

Em dixwazim qulêng bên
Bi erd û asîman bibin şên
Nêzî bîstyek’ê Adar’ê ye
Mizginî me re,Newroz tê

Û we digerim dilên narîn
Ez şewata dengê bilbilan
Hûn can û dil û gulê min
Heval û welatparêzê min


11.09.2008
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.9.2008 13:30:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu