Tu rengê gulanî,germa nav dilanî
Welat tu warê gelê Kurdanî
Fîgan,fîxan û qêrîn ser te
Awaza bilbilan,qaza û qulungan
Dengê bilûran,kew û kewokan
Şaî,şîn û şewat jî li ser te.
Welatê me tu warê me axa me
Tu roja gelê me û gulên me
Keser û hesreta hemû dilan
Êşa me,jana me û jîyana me
Tu biranînên şehîdan
Hêzê şêr û lehengan
Dermanê hemû derdan.
Bişir û kenokên dîn û bêhişan
Evîna qîz û xortan û awirê zarokan
Şeva serê siban tu berbanga me
Dexes û hesûd jî li te pirin
Mij û moranî jî çîyên te
Tu ronahîya rojan û sêtirkên şevan
Tu vejîna bûrûskan û asoyê ezmanan
Sur û sar û seqem ê li nav payîzan
Gul û kulîlkê nav havînan..
Wele tu axa me Kurdîsdan'a me
Tu delala mala û evîna dilan
Tu xwîşk û xwang tu daîkê me,
Bûk û keç tu dapîrika me.
Xuşe xeşa xwînan li te
Kûre birîna dilê me
Zarî û zarîn li ser te
Dilê min jî xemgîne welat
Hebûna min qurbana te
Ez qubana navê te
Welat tu histêrê çavanî,
Birîna dilê gelanî
Li qasî çemê Erez
Dîcle,Firat û Murat
Wek pêlê baranan
Wek ava hemû beran û çeman
Xwîna şehîdan jî dikişe li ser te.
Ax û waxe ket dilê min
Şîne û şivane li girîne
Diherike xwîn li te!
Ez bimirim,em bêkes
Tu jî welatê me Kurdan
Tu diyarê bav û kalan…
Qers û Amed tu Riha û Muş
Dikişînîn derdê dilê me
Dîsa şere ax ser axa te
Xwe ragirin û berxwedane
Şêr,şepal û egidê me.
Welat
Tu refê qulung û werdekan
Betan û gur li wawîk û cîûkan
Qube,quba bilbilan
Kew,kevok û qumrîan...
Kale kala berx û karan
Lorîn lorînê dayîkan
Dengê ask û xezalan li tê te
Ez bimirim welat wax û wax
Ew sêvî û zarokên bê bav
Daîkên şehîdan kur û keçan
Pitikên dergûşan ê ketine ber bextê te
Dixwazin axa te û azadîya me
İro Serîhildana gelê me ye
Em Kurdên,em kedkar û gundîne
Em ketin ber gulan û topan
Diqêrîn em diqijîn û şere li me
Welatê me canê me ev çi hale
Şara serê keça û bûk û qîzîkan
Rengê te
Kesk û sor û zer li te.
Tu tûtûnî cixarên qelûnê kalemêran
Dumanê derdorê dev û lêvan
Ew diranên mircan û spî,sedef
Li sebra wan jî li te tê
Tu wek simbêlê reş û geş
Qeytanê ser lêvên xorta û ciwanan
Welatê me tu şirîn wek hingiv
Tu germî wek dilan û rojan
Şefq û şemal ê azadîyê
Tu xelat ê qîz û bûkan
Tu welat ê gelê Kurdan
Tu war ê şoreşvanan,
Wergehî bindestanan,
Şikeft ê ajalan,xezal û karxezalan
Tu pace,şibak û holikê peneberan
Çeper û mevzîyê şervanan
Pêşmerge û gerîlanan.
Tu yekbûna gelê cîhan
Biratîya heval û hogiran
Kurd û Tirk û Filan
Dîroka me hemû gelan,
Keda nav milê me xebatkaran
Karker û şervanan.
Tu konê koçeran,
Warê gavan û şivanan
Tu hêzê dilan û gelan
Mêr û mêrxas û egîdan
Tu Koçgîrî,Dêrsim û Agrî
Tu herema Gelîyê Zîlan
Tu devera çiyaê Cûdî û Qendîlê
Tu ew girtîgeha Amedê!
Li te ew serheldanê egîdan
Şer û dozê hemû lehangan
Serîhildana gelê Kurdan
Şoreşvan û rewşenbîran
Berxwedanê şoreşgeran
Dengê onder Îbrahîm li tê te
Boy têkoşîna Kurd'an û Tirka
Azadîya hemû gelan
Alast ew dîwarên zindanê te
Ez bimirim bo wan çiran
Çar şorerşgerên Kurdan
Kemal,Hayrî û Akîf yek jî Alî
Wan egidan û mêrxawasan
Bûn çirên bircê dilan û evînan
Ronahîya hemû çavan
Û azadîya gelê Kurdan
Azadîya te azadîya me oy welat
Em zanîn û tu jî zanî...
Tu welatekî xweş û şêrîn
Tu rengî û renga renk û gewez.
Mina gulên Newroz a me
Û kulîlkê ser çîyan
Ber çem,kanî û pal û newalan
Deşt û zozan û gelîyên li çiyan
Warê bav û kalan
Ez qurban û dil qurban
Welat û welat tu dil welat
Tu wlatê me Kurdan ax welat.
22.03.2007
Yıldırım
Kayıt Tarihi : 22.2.2008 13:31:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/02/22/welat.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!