Tû pingilê roja minî!
Bi agirê,giyana min,
Kesirîm û westîyam
Tû hêzê nav dilê min.
Tû gula min ê kibar
Şitilê te keleş,bedew
Belg û berên te teze
Tû bahar û tû havînî!
Bi rojê te ve hesîyam..
Û hîva te ve meşîyam!
Deşt û zazan bi çiyan
Her tim li te tê xuyan
Pingilê bo te pil û pil
Wek agrê vê dilê min
Ez kesirîm pir betilîm
Tû germa giyana min
Tû dilê gel de vedijî!
Pingil,agir min dirijî
Baran,mij,ar û dûxan
Çem û roba ser te tijî
Ez axim,lo tû jî xelatî
Bi hertim li me welatî
Tû ar,pingil xwe agirî
Gul,kulpik û gulîstanî
Axa,war,welatê jiyan
Dilê,can ê min herişî
Gula me ê kibar ê geş
Tû evîn,ez dil bengîn
Pingilê nav dil,kurçikan,
Tû jiyan tû evîn tû agirî…
Ez ar,ez kevir,can şewat
Tû wlat,diyar Kurdîstan!
30.08.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 31.8.2008 02:18:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!