Baneşana dilê mine
Diherike min qelibî
Heylo li min
Êşe limin
Jiyan
Bû aş min dêhêre
Hêstirên çavê min
Agire û kozire
Dihelim
Diniqutim
Dêmê min dişewitin
Ev çi rewş çi dimene
Salane min dikuje û diqedîm
Ne qewm
Ne xwişk û biranin
Heylo li min
Êşe limin
Dilê min kûr dinale
N e heval ne hogirin
Rê de mam rê dûmane
Roj çû ava mini êvar e
Sewta wawîk bûmane
Rêwîtîya min bû dojeh
Oy limin tofane ser min de dibare
Şeveqa sibê nade ser min
Roj bo min tim tarîye
Li min xeyidîye û direve
Heylo li min
Êşe limin
Min bêrîya warê me kir
Min bêrîya birê xwe kir
Min behsa xwîşka xwe kir
Van derd û kulên min
Wan kûr kir
Qet rewşa min jî napirsin
Xwezî
Min koma wan bidîta
Ax wê demê
Ez bimiriyam
Bihar bo min hê şewate
Sayîya şevê ser mine
Ax dicû goştê mine
Hemû cîhan
Û gerdûn
Dîsa min re wêrane û tim tofane
02.11.2O12
Stenbol
Kayıt Tarihi : 2.11.2012 22:55:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2012/11/02/roj-min-qediya-evare.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!