Ahmet Güneş Adlı Antoloji.com Üyesinin Hakkın ...

  • Fesih Serhat
    Fesih Serhat

    13.10.2007 - 18:16

    Min hestên xwe hûnandiye
    ji keziyên Zekiye...
    jana ramana min
    himbêz dike
    bi agirê Mazlum an
    li ser bircan
    tê hûnandin
    li ser sînga min.


    Min hestên xwe hûnandiye
    ji keziyên Zîlan...
    wê ramûsana
    li ser dilan
    perçe perçe bû
    asoya min
    bi evîna min re
    avis bû
    jiyana nû.


    Min hestên xwe hûnandiye
    bi tîrêjên rojê...
    dil seridîn
    dan pêlan
    li behra şîn
    gotin:herdem jîn
    bi jin...
    nûjîne...
    aştiye.

Toplam 1 mesaj bulundu