Tu Selwî ya Ber Çeman î

Mehmet Çobanoğlu
2638

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Tu Selwî ya Ber Çeman î

Em deyndarê qîzên me ne
Keçê me re şabûnî yî
Tu ronî ya roja me yî
Ji gelan re mizginî yî

Tu him gul î him bihar î
Ne tarî yî ne jî şev î
Hêsir ji te neherikin
Roj me re ye tu jî tevî

Tu him Wan î, him Şengal î
Nelorîne bextê te me
Tu selwî ya ber çeman î
Ez heyrana bejna te me

Tu rûmeta me Kurdan î
Belengazî te nekeve
Tu hevalê egîdan î
Roj li bo te derdikeve

Tu berika çavê min î
Bila azadî pêk were
Bi çavên xerab kor be
Me bû dîlan lê zû were

Mehmet Çobanlglu
12.04.2025
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 12.4.2025 20:02:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!