Tu Minî Şiiri - Brifkani Lawkexizir

Brifkani Lawkexizir
56

ŞİİR


0

TAKİPÇİ

Tu Minî

Li her goşeya mezelamin
Li her mezela malamin
Li her mala kolanê min
Li her kolanê bajarê min
Û
Li her bajarê niştimanê min
Tûne buyî
Min fehm kir êdî
Tu ne li cihekî
Tu cihekî
Tu her goşeya niştimanî
Tu rojî ku şewqa xwe naye bibîne
Tu şewqa rojî
Tu tûnî
Lê heyî
Tu li bajarê dilê minî
Tu şewqa dilê minî

Wey lo!
Çiqas gêjim
Tu minî...
Belê, minî...

(stenbol-18.07.2005)

Brifkani Lawkexizir
Kayıt Tarihi : 12.10.2006 19:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Abdulsamet Telimen
    Abdulsamet Telimen

    SPAS DIKIM BIRA

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Brifkani Lawkexizir