Tu hebî, tu her hebî
Xayînan bawer nebî
Gava neyar birevin
Bi dil, bi can tu şabî
Tu jinî tu serwerî
Tu şervanê tevgerî
Bi çalakî dimeşî
Tu dayîka rêberî
Tu dilî tu gumanî
Tu erdî tu ezmanî
Tu pola yî natewî
Wek qame vek kêranî
Tu xwezayî, giyanî
Cîhanê re jiyanî
Azadî yê dixwazî
Dozvanê bindestanî
Him kewî him qulingî
Tu şêrî tu pilingî
Çiyan, deştan digerî
Bi şevan re berbangî
Mehmet Çobanoglu
04.11.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 4.11.2017 21:59:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!