Felek Tu ji Min Çi Daxwazî

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Felek Tu ji Min Çi Daxwazî

Tu bûyî bela, tim ketî deriyê min
Felek bêje, tu ji min çi daxawazî ?
Oy zalim tu bûyî bela serê min
Xayin bêje tu ji min çi daxwazî?

Welatê min bi gundê min li ku ye?
Felek bêje tu ji min çi daxawazi ?
Gula min û kulîlka min li ku ye?
Zalim bêje tu ji min çi daxwazî?

Te hesret û agir xiste nava dilê min
Bi xemgînî yê rojan e napeyivim
Felek bêje tu ji min çi daxawazî
Bi salan û mehan e ez nakenim

Birîna dilê min derman nagire
Zalim bêje tu ji min çi daxwazî?
Oy li min, bi derd û kul li min har bûn
Felek bêje tu ji min çi daxawazî ?

Li min, ji evîndarî yê ez dîn bûm
Zalim bêje tu ji min çi daxwazî?
Ji bo dinyayê gul û kulîlkan nekuje
Felek bêje tu ji min çi daxawazî ?

Felek bi derewan qet qencî nabe
Tu hov î, tu hov î ez belengazim
Jiyana bê welat û hezkirin xem e
Yê ku ketîye kul û êşan ezim

Zalim di her çavên min de hêsir tên
Xayîn bêje dê, bavê min kuda çûn ?
Ez sêwî mam! Birîna min xwîn diçe
Oy felek miriyên min bi kû de çûn?

Mehmet Çobanoglu
24.04.2024
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 24.4.2024 12:26:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!