Tişt Fêm Nekir ji Dinyayê

Zandar Amari
110

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Tişt Fêm Nekir ji Dinyayê

Yekî zordar yekî pepûk
Yekî mezin yekî biçûk
Yekî girtî yekî wek çûk
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek bi xwedî yek bê xwedî
Yek nav civak yek kes nedî
Yek bi yekî yek bi sedî
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek lal'eye yek bi ziman
Yek bi xem û yek bê derman
Yek şehte'yû yek bi destan
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek bi heram yek bi helal
Yek bi qirêj yek bi delal
Yek gerav û yek jî zelal
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek keçel û yek bi kezî
Yek zexel û yek bi xwezî
Yek pûçel û yek dibezî
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yekî têrî yekî birçî
Yekî din jî çavên birçî
Yekî şîrîn yekî hirçî
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yekî bi hiş yekî serxweş
Yekî rûreş yekî rûgeş
Yekî sax û yekî nexweş
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek şivan e yek jî gavan
Yek dengbej û yek jî pavan
Yek nêçîr û yek nêçîrvan
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek deng zirên yek deng rîze
Yek bahar û yek payîz e
Yek jahrî'yû yek lezîz e
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek kurik û yek jî qîz e
Yek bi kar û yek dilîze
Yek wate'yû yek jî xîz e
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Yek Qarûn e yek Harûn e
Yek eşkere yek derûn e
Yek rijî'yû yek bi rûn e
Tişt fêm nekir ji dinyayê

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 25.11.2024 21:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!