Şivanan pez birin çêrê
Bûk û keçik hatin sêrê
Bo amedîya navrojê
Penêr hûr kirin bi kêrê
Şivanên me hunerwerin
Pir zane û pir perwerin
Di dilê wan de hez pire
Bo keda xwe ji serwerin
Şivanan pez anîn avê
Xwezîya min jî wê gavê
Li kurnan de av tijî bû
Germayî jî ketbû tavê
Şivanan pif kir bilûran
Kerî ajotun ser tûran
Bi mih û bizin tev hev bûn
Kalekalînî ket nav birran
Şivanên me tev mêrxasin
Qet natewin û natirsîn
Tim hêzdarin tim rehmdarin
Axaftinên wan pir xasin
25.05.2017
Stenbol
Kayıt Tarihi : 26.5.2017 22:28:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!