Şivan, Berxik û Bilûr

Mehmet Çobanoğlu
2754

ŞİİR


18

TAKİPÇİ

Şivan, Berxik û Bilûr

Li ser çiyê şivan xuyan
Bila nebe baran boran
Berxik di li ber sîyê ne
Kalînî ket di nav mîhan

​Destê şivan de bilûr e
Bilûra wî pir dilûre
Di nav kulavê şivîn de
Perxika sor pir zêde hûre

​Erd û ezman lê miraz e
Wîtînî ya teyrê baz e
Welatê me mîna zêr e
Şivan jî ba me birêz e

​Ew şivan e tim hêzdar e
Rûnîştî ye ber zinare
Bilûra xwe xweş dikute
Ew evîndar bi dildar e

​Şivan xort e berxwedide
Ava çalaz dengvedide
Lo şivano bilûrêxe
Roja welat nû vedide

​Bi zozanên welat geş in
Coş dinalin berx û pezin
Şivan çol û ber dimeşe
Bi diqîrîn teyrên baz in

Mehmet Çobanoglu
15.08.2026
Gürpınar

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.08.2026 12:01:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!