SIH Û ÇAR CAN
Dîsa
Welatê min ê bi têlên miresayî
Bombebaran dikin Dîsa Kurdistana çar dil birîndar e Sîh û çar welatiyên min di nav da ne
Xeyalê xwe ji mirinê divêşartin Ji ber ku mirin îşev li wan mêvan e Civat belav bûye çîrok mane sibehê Îşev xew giran e nizanin ji çi sedeme
Kundekî dixwend li ser kujînekê
Qêjîn bilind dibû ji dergûşan Dayik radibûn tev de digotin
“Xwedê xêreke vê şeva hanê”
Ev çi bê oxir e kund xwe daye
Ser malan e
Dayikan dilorand ji zarokan re
Negri lawo negri îşev barê min giran e Wele kurik çûye
Ji sibê de sewta min nayê Ew
Ew qêjîn tirsa Cizîr geliyê Zîlan bû Çi bikin dayîk zarok digirîn Pêsîrê xwe derdixistin
Da ku îşev jî mirin bi şîrê wan mijûl bibe Balafiran dilnoş dikir xwîna ciwanan 24
Gundiyan
Li ser pişta hêstiran cendeke kişandin
Yek du sê sîh û sê sih û çar in
Berfîn çêdibûn li dewsa wan
Di sirta rê de bi rêze kirin
Ew tevde
Xwêdana hûrik girtibû li ser eniye belek de
Melek bûbûn sedema mirina wan
Çima neparastin ji tanq û topan
Zû ferman dabû bira
Mirî radibûn ji goran
Dabûn gundiya mizgîniya xopan
Dayik bê taqet in
Çiyayê Bêxêr bang dikir
Ranezên dayikno
Rakin çend bavan ji xewa giran
Îro kuştina Kurdan ketiye para Qileban
Bav bêçare çixare di devda ne
Rabin lawo erd sar e zivistan e
Şêrîne binê wê cemede
Bavan serê xwe dixistan nav destê xwe de
Bilêv dikirin Ev çi zilm e birano! Keç diman li benda dergistî û yarê xwe
Mamoste diman li benda şagirtan
Dayik pêsîr tijî şîra diman li benda berxa
Şînî ketiye nava Kurdan Ji bîr kirin cejn û sersal
Rabin Îro roja şînê ye
25
Nekin ken û henekan Ger birayên we şîv bin
Hûn jî paşîv in Êdî rakin wijdanan ji xewê Bila bêje soz ji bo tolhildana we
Em gorî we Sih û Çar can
Kayıt Tarihi : 4.3.2023 23:10:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!