Şêxê Min Şiiri - Mehmet Hakan

Mehmet Hakan
26

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Şêxê Min

Şêxê min,
Ez bûm hilgirê dilê xwe
Wî xem girtin, min barê xwe..
Ez ne memnûn im vê halê xwe
Lê, ez nikarim vê bextê xwe..

Kêştiya Nuh, çû warê xwe
Yên mayî xwediyê gunehên xwe-

Şêxê min,
Barek danîn li ser dilê min
Giran bû, tewand milê min..
Her roj zêde dibin gunehê min
Ez nizanim çi bela bû hat serê min...

Keça mîra dil neda min
Dilê'm revand guh neda min-

Şêxê min,
Gava êşan dilê min bar dikin
Ez, jiyanê ji bîr dikim..
Temenê xwe ra dikim
Bi destê xwe ziyan dikim...

Dilê birîn derman dikim
Bo êşên nû wî sax dikim-

Şêxê min,
Ev dilê min e, ez pê jiyan dikim
Ketiye destê yarekê nikarim lê xilas bikim.
Girtîgeh e girtîgeh, nikarim xera bikim
Dilê ketî qefesê wek kevok azad bikim..

Ma tu nizanî şêxê min?
Ne 'dil' e dilê min, dîl e!!

Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:36:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!