Roja hatim li ser dinê
Min qet nedît xweşiya jînê..
Eynî wekî reşîlekê
Her roj ketim li ber bayekê..
Baskên min şikandin bi kevirekê
Ez mam erdê wekî êxsîrekê..
Temenê min dihele wek mûmekê
Birînên min dikelin wek agirekê..
Ji hesreta firînan
Birîn vebûn li ser birînan.
Ka bînin ta û derziyan
Kêlan bavêjin li ser birînan..
Rastiyên min bûne wek destarekê
Dihêrên hêviyên min wekî aşekê,
Belav dibim wekî dengekê..
Ba, dilê min dide aliyekê
Ji dil wenda dikim evînekê.
Hestên min bûne wek miriyekê
Ketine di nava gorekê..
Çi hewceyê tenûrekê
Wê dilê min peht wek nanekê!
Evînekê dîn e, di dilê dînekê
Hatiye xwe lê girêdaye
Jê dûr nabe bihostekê...
Mehmet Hakan
Kayıt Tarihi : 3.6.2023 04:38:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!