Şev Bihurî Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2558

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şev Bihurî

Stêrkê şevê pêl û pêl nabiriqe û naçiruske
Heyva ser ezmanan jî dîsa di bin ewrê de ye
Çav çavan nabînin dora min jî qîr û qetran e
Berbanga sibê jî ferseng û fersen dûrî min e

War û welatê me îşev bê deng û bê hes e
Çûk û teyrên van çolan jî ker û lal in dîsa
Çem nakişin hemû kanî û newal jî miçiqîne
Ax ev çi rewşe! Ma mirin e an jî nemayîn e îşev?

Şev e, mij e û dûman e wek şûr û kêran jî tûje
Min dikuje heta bin hestîyê min û pişika min
Rebena min dilo birîna min de bêje ev çi hale
Ev şev tirs û xof e hemûyan jî dor min pêçane

Şev sayî şev tarî şev wek mirinê dîsa bêdeng e
Xwezî dengê darbilûran bihat ew reng û reng e
Gavan û şivanan jî kilam bigotan bi her dengî
Bigotan: De yar yar şev diçe roj tê roja niştimanî.

Di vê şeva tarî de şewl û şewq ket nav dilê min
Bi dengê gavan û şivanan bi hevalan û hogiran e
Digotin: Zilamo de rabe gelê Kurda rabûne ser pê
Gavek e şûnve xelas bûna şevê ye û ronahîya welat e

10.04.2009
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 15.4.2009 22:18:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.
  • Mert Onur
    Mert Onur

    Ji penusate u diléteyé germ u paqijre ,ez slav u rézénxweyé heri watedar dişinim...Ez hividarim hubra penusate qet xelas nebé...

    Cevap Yaz

TÜM YORUMLAR (1)

Mehmet Çobanoğlu