Şevek ji bîst û yek ê kanuna pêşîn.
Şevek ku herî dirijtir ji hemmû şevan.
Di vê dirijbûn ê de kurtî ya emrek bijan.
Hawarek bi bin erd ê dikeve.
Wek hemu kevir di koka xwe de hûr hûrî dibin.
Her wek biberbanga sibê,
Dengê rûsipîkek bêziman di keve guhan.
Guh ku çend şerrên dinê ,bi hezar toppan guhare di koka wan da.
Ew rûsipî, bizîmanek zikmakî wekî gotinên bîst û çar xezar peyxemberan şîreta li kera dike.
Her gotin talankirinê di nav dilê kulilkan dike.
Kulîlk tên ziman û gul dipeyive:
“Kerîtîya hin mirovan ne biguhan e. Ji dil bêdeng û bêhisîn.”
Wek nexweşek kî sekaretê de diqilqilim û hişyar dibim ji xewn û xeyalên rastîdar.
Di bilind bûna sîngê min de çend med cezîr hildibe li ummanan.
Li ser sîngê min wek ku deştek hişkî û bêgund dirêj dibin parsîyên min.
Çav di nav serê min de zelal dibin.
Dibînim!
Lî ber serê min pîrek,
li anîya wê pîrê deqek ji mihra Hz Sileyman.
Di dengê pîrê de axaftina hemû xeywanan.
Di keffa destê pîrê de dîmenek ji axir zeman.
Di dîmenê de cebraîl ayetta dikişîne ji asîman.
Pirsek xwe digihîjîne gûhen min.
Bi bestawî .
Her dû çokan de ta digire laşê min.
Di nav pirsê de qîr e qîra teyr û baz an.
Ji pirsan zêde bersiva mirovan di naw ê de.
Kesek bersivek nade min.
Rû difetilînim ber bi çîyayan
Êşek digîre nava min.
Di bihîzim
Dayika min di tengasîyêde qala peyxemberan dike.
Her wek ku zarokekî ji pifa Xweda an jî pûtek ji pûtên Îbrahîm î
Va çend sale ku bîr kirîye bibe ji dayîkan.
Kayıt Tarihi : 28.6.2025 14:39:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!