Şere şere û me şere
Welatê me mehşere
Agir barî lo ser wara
Ev çi halên bê tewşe
Şere şere û me şere
Neyarê gelan jî hare
Lo êriş dan li ser me
Me qirdikin û mişare
Şere şere wax şere
Ev çi tiştê bê tewşe
Tank,top me qelibîn
Berf barî war jî sare
Şere şere û mehşere
Neyarê gela hewşare
Êdî rabûn lo gelê me
Komên gelan hişyare
Şere şere lo me şere
Fenên,fêlên li dubare
Bawer nekin û tucara
Welatê Kurda bê hale
Şere şere lo me şere
Îro Kurdan re teşğele
Ev ne tişte lo ne kare
Mal xera,gund valane
19.05.2004
B.paşa mahallesi
Kayıt Tarihi : 21.10.2007 16:44:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!