Heger li ser erdê hukum bajon fîr’ewun
Lazime li hemberî wan em bikin serxwebun
Li ser me ferze, ayetin ji Qur’ana mubîn
Heryek emir û fermane ji rebbê alemin
Bi herb û şer dîn xelas bikin
Milletê bi Qur’anê çavnas bikin
Pêşîyê vekin ji nefs-î emare cihad
İmanê bi destê teqwayê bikin azad
Bi çek û rextê imanê bikin şer
Ji bindestan ra bibin hêvî û cewher
Xwe bi çek û rextê îmanê bikin tekmîl
Zaliman li alemê bikin perîşan û rezîl
Çavê xizan û rebenan li me ye tu baş bizan
Hewara wan belav buye li erd û asîman
Di vê rê da mîsale ji te ra pêxemberê axr-ê zeman
Ewe xwedîyê heqîqetê hem bi îlm û hem bi îrfan
Doza şîrk û tewhîdê despêkir ji Habîl û Qabîl
Qabîl îsyan kir xwe li dunya û axretê kire rezîl
Herdu aqsî hevin yek heq û yek batil
Yek li ser heqqîyê yek jî buye qatil
Di vê rê da heye pir tade, ezîyet û cefa
Sebir lazime wek Muhemmed Mustefa
Dema tu li hember taxuta bikî muqawemet
Tuyê her dem bibînî ji wan cefa û ezîyet
Ewê ji bona dîn li te bikin tade û ezîyet
Naxwe tu poşman nebî li dozê nekî îxanet
Heger tu di destê dujmin da bibî mahpus û esîr
Teresî te negre di destê wan da nebe pepuk û feqîr
Li hemberî zaliman bi can û dil bike berxwedan
Bi dengekî bilind biqîre bavêje tekbîran
Di bin çav da dipirsin sualan ji me saf saf
Dibên navê hevalan yek bi yek bikin îtiraf
Ma nizanin em nevîyê Eyub û Selheddînin
Di vê rê da dujminê hov dişkînin
Tirs û xof nîne ji me ra qet tu car
Yan mirine yan jî bibin bextîyar
FİKRÎ AMEDÎ
Fikri AmediKayıt Tarihi : 7.1.2018 15:20:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!