Şêr û Gur Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2547

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Şêr û Gur

Derbaz bû bihar,zivistane
Deşt û çîy berf û dumane
Deng jî dengê tank,tapan
Daê serîhildana Kurdane

An jiyane an jî me mirine
An azadî an jî em kolene
Ev serîhildana me rûmetî
Li mirin mayîna Kurdane

Ax şîrîne ax welat jî şirîn
Neyar hat zaroka bû qîrîn
Tanke,tope star me nema
Ax,zozan,war hemû girîn

Derbaz bû bihar,zivistane
Welat jî li me Kurdîstane
Bala xwe bidê xwîşka me
Şer şerê Kurd li faşistane

Em şêrên li şêrê ser çiyan
Em gel em geli serîhildan
Bala xwe bide xwîşka me
Dil,kurçikê me Kurdîstan.

Têkoşîn,azadî serîfirazî ye
Kurd rabun lo neyar kê ye?
Heval çûn hemû ser çiyan
Bawerîya wan gelê me ye

Ev şerê Kurd û leşkerane
Ev şer ê Tirka û Kurdane
Dest avêtin can û axa me
Em nadin yar Kurdîstane

Sal bûhirin oy sal qulipîn
Dijmin hatin me bû teqîn
Xwe ragirin keçê Kurdan
Hun şervan û şêrên yeqîn

Hun şêrên,neyarê me gur
Hun jinin koma we jî gul
Sal bûhûrî dem zivistane
War Kurdistan em bilbil.


04.07.2007
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 18.12.2007 22:48:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu