SEBRA MİN
Sebra min
Tu bêxem ketî nav pel û mewcan,
Avjenî dikî dinav xewn û xeyalan;
Haya te ji bayê felekê nîne.
Sebra min,rabe;
Rabe û binere:
Dîsa li hawîr-dor erd diheje,
Dewşek erde,lihêf asîman
Mal û eyal birçî û perîişan.
Sekan be,
Sekanbe û guhdarîya girîna
Zarukên berşîr bike,
Bi awazên wanê melûl
Agir davêje birca dil;
Serborî raketî ne li ser pelê pirtukan;
Xew delîlê mirinê,
Bêdengî kuştîya dikşîne şaneşînê.
Sebra min,
Jîyan, ne tenê heyf û heywax e,
Jîyan, ne tenê berîteye ji şahîyan;
Jîyan, di serdema nûjen a îro,
Li ser singê Sîncarê alav û dax e..
Yê ku tê kuştin
Ne mirov e,mirovatîye;
Li ber çehvan, raste rast qir dikin ort û ocax e.
Mirov ji kî ye,insan kîye,ji çî eslîye
Ne giringe ku mirovayetî mirî be..
Sebra min, rabe,
Rabe dibêm,
Rabe dengê min bike denganek u
Dibin baskê Başurka rênîşander a Memê Alan de
Ji erd û behran biborîne
Awaza min bigêjîne ummanê
Ummana bêbin û heşîn,
Ku dinya bibine û bibihîze
Van azaran, vê emanê;
Bila mirovatî şerm bike ji nav û nişana xwe
Belkî mirov li me werin hewar û îmanê.
(25.08.2014)
Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 10.11.2017 16:26:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!