Roj Û Evîn
Îroj te xatir ji kê xwest?
Kîjan dilî destûr da çûyîna te,
Kîjan helbestê te bir ê kir
Û kîjan sitranê av li rê ya te kir?
Ji çend wêneyan min vegot
Di çend xeyalan min navê te got.
Xewn ji bedewîya te afirîbûn,
Xeyal jî bi navê te qir dibûn…
Di çavên wêneyên rewnaq li wateya te digerîyam
Û her min dipirsî, ji helbestê rewşa te.
Ne wêne di ronahîya wateyê te xwedî dikir,
Ne jî helbestê bi pesin qala te dikir.
Çend rêçên kin te hembêz kir,
Çend rêçvan li rê ya te rêçav kir,
Çend mazûvan dile te têr kir
Û çend dengbêjan navê te dirêj kir…
Ez ne bawer im..
Ji bilî min ne kes dikare
Te hembêz bike, te rêçav bike,
Te têr bike û navê te bi bêhna dil dirêj bike…
Her ku min li rojê dinhêrt, min ji nefret digirt.
Ma kes nema bû ku hate xweşikî ji te dizî?
Ewran jî rojê diparast…
Heyv newêrî bû derketa hemberî min
Her ku ez bi xew diçûm
Û ew jî derdiket qada gerdûnê.
Hemû dibûn alîkarê hev
Û ji min nefret digirtin û ji min direvîyan…
Êdî bi tenê hestê min li derdora min ma
Ne ez dikarim hestên xwe şad bikim,
Ne jî hest dikarin min azad bikin,
Te me bi tena sere xwe hişt.
Bi çûyîna te
Ez bûm kujerê ''Rojê''
Hest jî niha bûye jarê ''Evînê''
Çi ecêbe!
Me ''Roj û Evîn'' danî kêleka hev,
Ne Evîn dişewite û ne jî Roj ve'dimire...
Kayıt Tarihi : 25.5.2016 16:22:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Rojger Silêyman Önen](https://www.antoloji.com/i/siir/2016/05/25/roj-u-evin.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!