Rohê min Şiiri - Latif Epözdemir 2

Latif Epözdemir 2
89

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Rohê min

ROHÊ MİN

Rohê min gîyayê biharê ye
Li bindestê berfa çîya,dîl û bêmecal;
Ez li ber fermana wî her tim kemerbeste me
Mina zarukek berşîrim bêfêm û bê zewal.
Rohê min,bibize,wek tavîya baranê ye
Li ber sere min diğere di tarîtîya şevan de
Ez nizanim ka gelo mexseda dile wî çîye
Deste xwe ji pêsîra min venake,min bernade.
Rohê min destmaleke di sandoqa ciyazan de
Li benda dîlanê, bêsekan diçe û tê
Ez bêhal dikevim ji ber derd û keseran
Ew liberxwe dide mîna leşkerek çê.
Rohê min çivîkeke li deşta Şengalê
Dema ku zaruk xwin dimjin ew jî, li wê ye;
Hestîyê bab û kalan dinalin,li bin pê
Rohê min, goştê xwe dixwe,bêkes û bi tenê.
Rohê min agireke ku xwe dişewitîne
Dildax dike bedenê, bi alava xwe
Ezê neçar, xwegirtî û bendeyê wî me
Nikarim tevbiberim bi tena serê xwe.
16.09.2014

Latif Epözdemir 2
Kayıt Tarihi : 10.11.2017 16:25:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Latif Epözdemir 2