Rih bi bosta / Şaş li sera
Di xapînê / Wekî kera
Derbas dibê / Ser feqîra
Dil û kezeb / Reşê qîra
Xarna pepûk / nan û sîra
Ya wanaka / goşt û şîra
Réya wana / ne terîqa
Gotinê wa / ne heqîqa
Karê wana / tim bertîla
Ewna dikin / fêl û hîla
Li ser gelan / ewna mîrin
Gel jibona wa / bi qîrîn
Karê wana / zewq û sefa
Ew ne li / réya Mistefa
Kesê nezan / li dûv wana
Yê xwendevan / dûrî wana
Xwe kir seyyîd / Şêx û Mela
Jibo komkê / zêr û pêla
Cilê wa / yê nebîyyana
Fêlê wa / yê nemrudana
Gelek hene / rih û şaşik
Kirinê wa / Wekî dahşik
Ew dijwarê / Xwudê ne nas
Mal didê hev / bê hed qîyas
Bi şev û roj / a betalin
Lewra pepûk / didê xwarin
Bi dîn lewra / di xapînin
Mejyê xizan / di qermînin
Bi îslamê / di xapînin
Maldarîyê / bi kar tînin
Wel wî bêjê / ez seyyîdim
Serqe bide / wez seyyîdim
Kanîn gelo / ewên berê
Jibo Xwudê / réya xêrê
Helbest, Lekbêj
Kayıt Tarihi : 29.2.2020 18:21:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!