Reng renge
Sor bi denge
Yara delal
Nav bi denge
....
Mêr mêre
Egît şêre
Çavên yarê
Li dil kêre
...
Pora gelek
Biskên belek
Nazdara min
Wekî melek
...
Ava xwestî
Naghê hestî
Wê dixwazim
Dil şikestî
...
Keça mela
Bûye bela
Li dil dinya
Bûye xela
...
Dûrî nere
Nêzîk were
Kulîlka min
Carek nere
...
Rûwê cemal
Ava zelal
Bejn û bala
Çi xweş delal
...
Birîn kure
Hêvî dûre
Birhê dildar
Tujik şure
Kayıt Tarihi : 25.1.2022 16:57:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!