Dilê min qesra evînîyê ye,
Hesê min jî tê de dixulxulin
Wek şewla roja azadîyê!
Wek germa Havîn’an…
Wek kenê ser rûyê zarokan xweş vedidin,
Wek tovên gul û kulîlkan
Nav axa reş de aj didin bi şadî û geş î
Tim jî bêkeser û bêagahî û bêxem…
Ez wusa welatê me dixwazim dîsa!
Wek zarokên ber memikên dayika xwe şîr dxwaze,
Ez jî wusa ax me dixwazim bi dil û can dîsa.
Dilê min zîndana Amed’ê ye,
Warê hemû darazxwaran e,
Agir û şewatên dilê dayikan e!
Hêstirên çavê min jî her dem navde,
Jî bo hebûna jîyanê û bo hebûna gelan re…
Hûr bi hûr dibarin li ser min de dîsa
Nav kendên dêmê min de diherikîn pêl û pêl,
Wek germaîya roja azadîyê wek germa singê dayikan!
Wek berxwedanan egît û mêrxasan,
Wek têkoşîna lehengan û hevalan wek hewldanan hemû gelan.
Ez jî wusa axa me û azadîya me dixwazim dîsa.
Dilê min welatê serbestîyê ye,
Wekhevîyê, biratîyê…
Dilgeşîyê û warê aştîyê ye!
Dijî mêrkujan û hovan û bênamûsan e
Wek şoreşgera Civakparêz’i…
Tim azadî dixwaze dîsa
Dili min warê Mirtib’an û Kiptî’yan, Ermenî’yan
Cihûdan, Marîsan û Misilmanan’e
Warê gelên Tirkan, Ereb û Ecem’an e
Gelan re biratî dixwaze, Kurdan re jî ax!
Bo me gelên Dinya ê re birati dixwaze dîsa.
Dilê min kanî ya dostan e,
Çem û robarên me gelan e
Dilê min wargehê rûmetîyê û şanazîyê…
Şewlê nav stêrên şevan e!
Roj e û tim ronahîy e
Gizingên serê siban û şeveqan,
Rengê gulan û tama hingivan e.
Dilê min hemû gelan re jî amadeye,
Kedkaran, karkeran û gundîyan re
Şoreşi dixwaze!
Dişibe şerê rizgariyan Kurdan
Tim axa azad dixwaze bo gelên me,
Zimanê bêqedexe û serefirazî…
Qesra biratî’yê ye Kurdan re ax ê dixwaze dîsa.
05.01.2011
Yildirim
Kayıt Tarihi : 6.1.2011 14:38:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2011/01/06/qesra-birati-ye.jpg)
TÜM YORUMLAR (1)