Qewl ê Me Heye Şiiri - Mehmet Çobanoğlu

Mehmet Çobanoğlu
2552

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Qewl ê Me Heye

Ax lo felek te çima me ha kir?
Û malên me jî me da barkirin,
Wax te berê me da peneberîyê!
Û dilê dijminan jî bi me şa kir.

Lo risva felek tu xerabî,tunebî,
Li ev çi rewşe te hanî serê me?
Leşkeran bi êrêş hanîn ser me,
Nîvê wana Ereb û nîvî jî Rom’in…

Lo xiniz felek xwezî tu xopanbî,
Agir jî têkeve nav te û bişewitî,
Te tevkujî ya me de bi neyaran…
Rom û Ereb bi Eceman me xist.

Felte felek zalim felek kor felek,
Mala te xerabe êş bikeve dilê te,
Tu av nebînî û biçek nan nebînî;
Her waxt derî derî bigerî parskî.

Û risva felek şer şerê me û te ye,
Em nadin Kurdîstan mala me ye!
Em haj xwene haj doza xwe nin;
Azadî,rizgarî û berxwedan jiyane.

Lo lo lo felte felek lo rısva felek!
Bi salane şerê me,te,Rom’a hare,
Tu rêberê neyaran gur û kûçikanî,
Em şervan û şoreşgerê azadîyên e.

Felte felek êdî em ê te xopan bikin,
Artişa Rom ê Ereb û li Ecem’an jî…
Qewlê me heye heta dema azadîyê!
Em ê berxwebidin bo rizgarîyê me.

10.04.21010
Yildirim

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 11.4.2010 14:23:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu