Penûs Dil Diket Kaxizê

Penûs Dil Diket Kaxizê

Çaven wê peyvên helbesta min bû
Di hate ziman demnén sivik
Di axivî kûr bi kûr

Gava hevokek di got
Peyv rez dibun li ser zimanen min
Penus dil diket kaxizê

Evîn çibû gelo
Çi digotin beytikên ser telan
Ew jî evîndar bûbûn bi evîneka dûr

Zîn çi gotibû bi çaven xwe
Mem çi fehm kiri bû
Xanî çi nivîsandi bû bi penusa dildar

Carnan tiştekî germ û avoyî bû
Di herîki ji dilde
Germ dikir laşe dildar

Carnan serma bû ji çîyaye Sîpane
Vek ava cemidî
Di nava havîne de hînik dikir cane min

Mehmet Nuri Yalçın
Kayıt Tarihi : 29.2.2024 08:53:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!