Êş û jan ket serê min!
Lo rûxana temana min
Xencera vê kezeba min
Kavilê beden û laşê min
Tu ser axa me li wir
Natirsî tu xwe dil te wêr
Dor li te deşt û zozan..
Berx û kar dil û cane,
Li wir her dem dengê bilûran
Ez jî li vir ax li min axîn
Penaber û koçer
Ez penaber û mihacirê azadîyê
Koçer û mihacir ê revok
Reben û belengaz
Ez bêkes û bê heval
Ma tu xerîbîyê qe zanî?
Mal xerrabo wax welat
Ax û fîzar xerîbîyê li min
Ez darazxwar û girtîyê doza me
Ez law ê gel û ez lawê war ê me
Xerîbî mirine û tunebûn e
Xelazbûn û sitem û wax e
Wax û tadayî û zoratî ye
Kavil û tikçubûn e!
Ax felek ev çi çerxe
Venagere xwe qe li ser min!
Welat xem û xeyalê min
Xerîbî jî li min peyda bû
Zîndan bû,bû mala derdê min
Pêça derdor û canê min
Qeyd,zîndan û kul
Zeng û kufik,kewze jî li min
Dîwarê girtîgeha jî li min zore
Kelepç xistin her destê min
Qemçûr û jop lêdan min
Şerîn dikin netewîya min
Qedeqe kirin xweş zimanê min
Fermane li min fermane oy
Agahî hat fermane
Gotin û pispisandin min
De rabe gotin te dardabûne!
Ez dimirim ax ez diçim mirinê
Ka ax ka axa gora min?
Şîn û şîwan nekin tu caran
Malbant û pizmam,
Heval û hogirên min
Ax û waxa sîta min,keça min
Bermalîya min û xatuna min
Nelorîne tu negirî xwe nekute
Boy xatirê min
Ax daê ax tu jî dayîka min
Lorînê te agire û şewate,
Belengaza min daê!
Te girîn li te şîwan
Li min jî xelazbûne,
Dardebûn û tunebûne.
Lava dikim ez li te daê
Şîrê xwe helalke li min daê
Niha ez li ser Cudî û Adar'ê
Berfe,bager û barane li min
Deşt û zozanên welat jî ne bihare
Can dil jî min hêrse,gazine
Welat şîn,şîwan û ne şaîye daê
Qers û Wan li ser axa te
Ez qurbana gul û gulistan
Tu Kurdîstan
Hêjî ez bindest ez belengaz
Ka azadî û ka ziman ka ax?
Ka ax ka diyar û gora axa min?
Welat ê min mirin jî hat
Mirin xwe ne tu tişte
Wele axa min welatê min
Hege nebe gora min
Camêrên welatê min
Yek ji çênebe Kurdistan
Ew dem jî li min mirine
Mirineke ne rûmete.
02.02.2007
Yildirim
Kayıt Tarihi : 20.11.2007 11:18:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!