Ez penaberim li vî dilî
Li vî welatê bîyanî
Bê cih mame
Bê mal mame
Ketime destê bazirganê mirovan
Hatim firotan
Kalim,pîrim,zarokim
Rêwîme,ne malîvan
Xwe dispêrim helbesta
Li du min bav ma,bira ma
Evînî ma li du min
Evîndarî ji bîra min çu
Tama ramusana û rondik
Tevlîhevbun liser lêvê kelogirî
Diricifim, germa havînê
Dicemidîn hestên nav dilê min
Bê starim ez
Mam destvala li vê derê
Çevê min li welêt ma
Nefîtîyê me li ser evîna xwe
Kes tune lisermin bilêwîne
Mirîme kêlîkê min boyax kırî
Li min negere
Liser kêlikê min dinivîsin
Ev kesê livir radizê
Bê kes hat û bê kes çu
Penaber bu…
24.12.2013
Ahmet BaygümüşKayıt Tarihi : 24.12.2013 09:03:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Ahmet Baygümüş](https://www.antoloji.com/i/siir/2013/12/24/penaber-e-nav-dile-te-me.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!