Nefela min simbila min bextê minî
Mor mircanê germahîya dilê minî
Dêmên te de şewl û nûr tijîne
Bi rastî tu ronahîya çavê minî
Tu bilbila baxê minî bexçê minî
Mîhrîcana me hewasa dilê minî
Xuriyê pêtala Newroz’a Kurdanî
T u bedewî diyarîya roja minî
Xezalê, şêrînê, delalê aska min
Welle neçarim, arîkarî bide min
Tûrê min vala ye li min re xela ye
Pir bircî bûm evîna azad bide min
Bengînê çolanim zû were li bo min
Rojane neçarim, xweş nebû rewşa min
Tûrê min vala ye çengan ve tijîke
Pir daxwazim tu maçekî bidî min
Rojane şevane dikevî bîra min
Canê min dilê min gula min şaxa min
Lê rindê tu nîn bî rewşa min xweş nabe
Lez were zû were destên xwe bide min
15.92.2015
Stenbol
Kayıt Tarihi : 15.2.2016 01:12:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!