rojên tarî
evînên di hundir de mayînde bûne,
berbangê de ramanên cemidî,
û simbêlên şûr nabire...
avhewayên em li kevî,
demsalên bext reş,
bûne nîşaneyên jiyana reş...
fedî,
gazinc,
çûyînên ne hatinê,
Û sorgulên bi devekî sûcdar axivîn...
kemînên çav xezalan,
mirina egîdekî dest hine,
Û bûka hêsir xwîn...
rojên di hênkahiyê de wenda,
şevên di qefilandinê de fetisî,
moriyên gerden zera,
ne bawerî,
ne bersiv dayîn,
Û ezperestî....
xwediyê guliyê sor,
kenê li lêva,
çûka berfê,
Û sorgula bajarê min,li hêviya te ye Ameda min...
Kayıt Tarihi : 26.11.2008 15:33:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!