Roja min zû çû ava
Ser axa min bû xela
Sorgula min veneda
Mixabin roj bû bela
Ev ne bext ne pelîse
Warê me jî bindeste
Gulên xelkê lo veda
Dîsa çemê me dême
Roj çû ava min şeve
Gula min jî bê renge
Lo xelkê şai û şenge
Min re gule,fînşenge
Roj çûn ava deşt sare
Wax welat ne bahare
Ez bimirim lawê min
Girên Qers’ê zef sare
Ev der welat dil dêşe
Ez ça bikim war reşe
Warên xelkê jî heşîn
Gulamin hê bê belge
Roja ser min çû ava
Ne bûk heye ne zava
Malên xelkê tev ava
Bê welati qe ne rewa
14.01.2008
Yildirim
Kayıt Tarihi : 13.1.2008 21:38:00
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
![Yıldız](/Content/img/y_0.png)
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
![Mehmet Çobanoğlu](https://www.antoloji.com/i/siir/2008/01/13/ne-rewa.jpg)
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!