Ez karxezala, ser li van çiya me
Li tim ber qame, tifing û kêra me
Dayikê janek ket nav gurçikê min
Ez nêçîr û seydê nêçîrvana me
Li xezeb û xişim, jehr min reşîya
Dadê bejn û bala min hilweşîya
Ez birîndarim birîna min kûr e
Gula, li ser çiqila min weşîya
Dayê rebenê li ser min de were
Kes xem û êş, kes derdê min nizane
Min avêtin li ber kêran ber gûzan
Daîkê birîna min bêdermane
Ka şeveqa min, ku ma bihara min
Ev dil e, ev kurçik e, ev kezeb e
Dadê bi serdanpê li min şewate
Jiyan û dildarî min re xezeb e
Zaliman çima min nedan yarê min?
Rûçikandin por û biskên serê min
Min kefenê xwe da, li ber serê xwe
Dayê min yar xwest, wan mirin dan ber min
Mehmet Çobanoglu
02.05.2020
Stenbol
Kayıt Tarihi : 2.5.2020 21:34:00





© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!