Miradê Nîvço Şiiri - Şêxmûs Tayfûr

Şêxmûs Tayfûr
23

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Miradê Nîvço

Girnijînên te koliyan mêjûyê min,
Mîna pêtiyê agir bû kefa destê te
Di bêkesiya kolanên bajêr de,
Li pey kenê teyê zelal dimeşiyam.
Hestên min stû xwar ma,
Di bin siya payîz-reşê de.
nêrînên teyê bê dijber,
Di asoyê dilê min de cîh girtin,
û qevzek kûkîlkên berîyê,
li dû te girîyan bi dengekî xwîn-nûzil...
Destpêka demsala janê bû,
Pelixîn beybûnên xemilînê,
dem dema bûk û zavayê dest hine bû,
Min dîsa gîrokir miradê xwe,
Avhewayek bê navnîşan....

Şêxmûs Tayfûr
Kayıt Tarihi : 7.11.2008 19:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Şêxmûs Tayfûr