bo ÎLKAY RÊZAN SALAZ
ax digrî niha
tu di hembêza wî de mêvanî
li xakekî biyan,
nema tu hatî..
li warê av nefî bû min te nasî
girnijînê te man di mêjiyê min de,
di nîv rê de ez çûm,
tu ji xwe nefî bûy li warê biyan...
ew zimanê me,
ew galgalên me,
ew porê te yê xelek,
ew ruyê te yê hezkirin barî..
here keçê,
here xezala bêkes,
here sêwiya hesreta hezkirinê....
ez niha mam li vî bajarê kevir reş,
tu mêvanê axa biyanî
mazûvanê te kulîlkin..
here keçê,
rêhevalê te hechecikin..
here keça ava pîroz,
here rinda welatê xerîb,
here îlkay.............
Kayıt Tarihi : 23.1.2009 15:13:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
TÜM YORUMLAR (1)