Min Dît Derdek Şiiri - Zandar Amari

Zandar Amari
108

ŞİİR


2

TAKİPÇİ

Min Dît Derdek

Min dît derdek bi êş û kul
Roj bi rojê girane
Bax nedîtî hin kesk û gul
Warê min her wêrane

Dîwarên dil bi qelş û qul
Rewa nîne ava kim
Bê wan lêvên tijî sorgul
Mirî me ka çawa kim

Min bihûşta canê xwe dî
Lêbelê zu winda kir
Kesî rewşek weha nedî
Enîvîsê peyda kir

Çûyî kerwan kengî werê
Da bidê xweş mizgînê
Reştarîya şevan herê
Dêmgula min ewna bînê

Bi nale nal ji bêrîyê
Dilê reben xemgîn e
Bi nebûna bisk zêrîyê
Jîn li min bê rengîn e

Zandar Amari
Kayıt Tarihi : 19.5.2024 23:16:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!