Min dît bejnek ji ezel wir ve
Tevî meş û wezna kihêlî
Giyan têxist di ser laşî ve
Rakir bire nav dehl û dêlî
Min dît tayek da di dest de
Ji wê çêbû biskên gulgulî
Tilî gerand di jêr wan de
Xuya kirin bijang ji têlî
Min dît bînek ji bîbikan ve
Roniyek hat li nav du çalî
Bêhnê kêşa ji axa sar ve
Kanî der bû bêhn dît bêvilî
Min dît pistîn di gera lêv de
Ba guherî da guhên belî
Maçek danî di nav du dêm de
Pêkhatin lêv kir qîr û gilî
Min dît livê ji hêza wê ve
Tevger dîtin du ling û milî
Rabû ser xwe da bi dû xwe ve
Jînê da jîn li her çar alî
Min dît du hok hatin ji wê de
Serî mûç in bi xeml û xêlî
Kaş û gelî li nava wan de
Star û warê teyr û xezalî
Min dît agir bi serê wan ve
Mîna newroz felat delîlî
Xortan gavan pîva ji dûr ve
Kesî negirt ne pêt û pêlî
Min dît avek di çaviyê de
Lê mijiyam ji her dor hêlî
Rengê berfê di dirûv wê de
Bû kan û can hat şîrê dolî
10.11.2015
Silîva
Kayıt Tarihi : 24.5.2017 01:11:00
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.
Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!