Bizivire dinya min erd eyarê tenya
Kê ket tengasîyê se kuçik lê Kenya
Walgere dinya tepve carkîda
Zulma Wan kafira nabîne Xweda
Serê çîya ne em pezkovî û bizin
Aştî dixwazin, azadî dixwazin
Em dizanin hûn bav û kala dizin
Dîrok û çanda me herdem didizin
Mezra Botan ra dibê Mezopotamya
Mezrabotan en ew cîyê kurdaye
Derdê we çî ye lo kulla we çîye
We Maka xwe gada sibe we ren bûye
Ew ked karê xebatkar
Pişta xwe kuta kevirê sar
Go ne îro ne jî par
Welat yek e nabe çar
Rojekê warê, tav hilkişe jorê
Ew mahkumê girtî, yê zindanê derê
Nav hezar salan, welat kirin talan
Gulê sor hêşîn bûn ji xwîna me kurdan
Erhan Gündere 2
Kayıt Tarihi : 12.06.2026 21:14:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!