Li ku derê tune be maf û dadwerî
Hêz dibe wekî gur, her der xof û tirsokî
Ziman qedexe dikin, bi şermezarî
Kêfa zordestî ye, ev dûrûvandinî
Masiyê mezin, yê piçûk ji xwe re kir xwarin
Ji bo helwest û rûmeta xwe ya xayin
Lê ya herî giran, evîna ji bo celadê xwe bû
Masiyê biçûk di xeweke giran de bê mirad bû
Helwesta serdest mêtingerî ye
Bindest zincîrên hişve asê bûye nabîne
Naxwazin xwe rizgar bikin ji vê bindestiyê
Dil dane celadên xwe, ketinin mestiyê.
Mahsum Solmaz
Kayıt Tarihi : 28.2.2026 14:23:00
Şiiri Değerlendir
© Bu şiirin her türlü telif hakkı şairin kendisine ve / veya temsilcilerine aittir.




Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!