LI Bîra Xwînê (kanlı Kuyuda)

Sinan Karakaş
20792

ŞİİR


39

TAKİPÇİ

LI Bîra Xwînê (kanlı Kuyuda)

​Li Sêweregê, li Bîra Xwînê, li bin dara tûyê,
Kirsiyek danî û rûniştim,
Bi xemgîniya dilê xwe, min stranek hûnand,
Min got "megrî", min got "megrî, megrî, megrî",
Min got megrî û ez giriyam,
Min cergê xwe dax kir,
Ez nikarim bibêjim ne giriyam, ez giriyam.
Daxwaza gazî û hewara min hat,
Lê ne kesî ez bihîstim, ne jî kesî fêm kir,
Ez vegeriyam ser xwe, min dît ku ez im yê digrî.
Pêşî peyiv, paşê kîte û dû re herf min daqurtandin,
Min "ez"ê di nav "min" de da xewê.
Pelên tûyê yek bi yek ketin ser min,
Ji bo neşemitin, min pel li ser çiqilan girtin.
Ez wisa bi çiqilê tûyê ve daleqandî mam,
Li ser çiqilê tûyê, min xwe ji bîr kir.
Ez neaxivîm, ez bêdeng mam, min zimanê xwe daqurtand,
Min nêrî ku tû girî, ruhê min şil bû,
Bi agirê dilê xwe min ew hişk kir.
Min hêsirên xwe girtin bin dara tûyê,
An tû ji min re bû hêvî, an ez ji tûyê re bûm hêvî.

Sinan Karakaş
Kayıt Tarihi : 12.3.2026 16:35:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!