Lê Qemerê Bedewa Min Şiiri - Mehmet Çoba ...

Mehmet Çobanoğlu
2553

ŞİİR


17

TAKİPÇİ

Lê Qemerê Bedewa Min

Keça por surme tu şewlî tu şemalî
Lê qemerê tu şêrînî pir delalî
Zendê te de morî, mircan dibiriqiğin
Xezalê tu cananî tu hevalî

Bi rojane, şevane tim te digerim
Lê dilberê hêvî dikim te vegerim
Ku ev rê, rê bidin min ez bêm li ba te
Ez nan û av, ez şan û şohret nagerim

Çavreşa min, yara min, lê bedewa min
Bilbila ser gul, gulpika bax, baxçê min
Bişirî te deste deste gul vedane
Xezal jin wan gulan, gulekî bide min

Lê xweşikê lê rindikê, bedewa min
Ji bo te tim dişewite ev dilê min
Te agir berda canê mi natemirim
Şev şahidin ez dimirim were bo min

Tu li min durî, ez bi xema stû xwar bûm
Qemerê tu li ku yi ez bo te bengîn bûm
Ez belengazê eşq û evîna te me
Ez bûm agir, ez bûm şewt, ez xurî bûm

21.12.2016
Stenbol

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 22.12.2016 00:47:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Mehmet Çobanoğlu