Bila Biqede Kul û Feryad

Mehmet Çobanoğlu
2681

ŞİİR


19

TAKİPÇİ

Bila Biqede Kul û Feryad

8Me tengasî ye, zor zeman e
Çemçe da jî mij, dûxane
Xema welat jî pir giran e
Keser û êşa me gelan e

Nav dilê me de kelecan e
Welat geşdikin bi gulan e
Bi hemû karker û gundî yan
Dermanê welat ba merdan e

Keder ketî ye ser welat e
Jana welat jî kûr şewat e
Hevalno rabin neyaran defkin
Zilima hovan me tofat e

Her rojan bikin dîlan û şad
War ava bikin şên û azad
Roj xuya bû li ser çiyan
Bicehme here êş û feryad

Gelê me zane, çi ye hêvî
Êdî jî zarok nebin sêvî
Bangawaziya bindestane
Li bo azadî yê bibin rêwî

Lo çemê Erez ber çiyan e
Ev roja hişkî me zîyan e
Kula dilê me, tu neyeke
Serxwebûn jî xweş jiyan e

Welat rizgar kin, bi her carî
Gel me dimeşin şoreşgerî
Roja nû nêze, me şa bûne
Derdan der bikin li ber derî

Mehmet Çobanoglu
09.03.2021
Gurpınar

Mehmet Çobanoğlu
Kayıt Tarihi : 9.3.2021 14:44:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!