Kurdi-kesé Bekes Şiiri - Hüseyin Trk

Hüseyin Trk
20

ŞİİR


1

TAKİPÇİ

Kurdi-kesé Bekes

Tu kesek nîne békes,
Heye kesé herkesî,
Duné de emin békes,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.

Wext li me jî buhurî,
Ré tev kevir û dirî,
Serhed li me bû berî,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.

Me nema tix û béder,
Rakirin li me bager,
Ew li hundir em li der,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.

Ser me mîr tirk û ecem,
Ev çi qeder em li cem,
Ew ronî em jî muzlem,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.

Ew xwe nas û bi pismam,
Bi kurmet û bi dotmam,
Me terk kir ava humam,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.

Tirkye divé ne tu war,
Ew bé şerm û pir bé ‘ar,
Ne diristin xil û xar,
Me’d bîr bîn Kesé Békes.

Ew ser çirik em li lîç,
Li me nema ser û sîç,
Şel li péş me bûne xîç,
Me'd bîr bîn Kesé Békes.

Van mehén binbarek de,
Rihmeté bi carek de,
Me bix nava parek de,
Me'd bîr bîn Kesé Békes.

Bi fem û ferasetan,
Ji asteng û ji setan,
Dûrxe ji hemasetan,
Me'd bîr bîn Kesé é Békes.

Tu besî xeyrî hewes,
Mehrûm nek ji yek nefes,
Bi mûzeker mûennes,
Me'd bîr bîn Kesé Békes.

Hüseyin Trk
Kayıt Tarihi : 7.1.2011 15:54:00
Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Yıldız Şiiri Değerlendir
Yorumunuz 5 dakika içinde sitede görüntülenecektir.

Bu şiire henüz hiç kimse yorum yapmadı. İlk yorum yapan sen ol!

Hüseyin Trk